1 June 2026 - 22:49
Source: kmr.abna24.com
Ramana Qur’anî ya Îmam Hadî (S.X)؛ beşa sêyem: rûbirûbûna bi gumanan û rêçewanîyan

Îmam Hadî (S.X) di dirêjahiya dema imameta xwe de bi komên cûrbecûr û bawerîyên çewt û rêçewanî yên cuda re rûbirû bû, ku di mijarên nasîna Qur’anê yan jî mijarên din de guman û pirsên cuda dianîn holê. Îmam (S.X) bi bikaranîna ayetên Qur’ana Pîroz bersiva van gumanan dida; ev mijar jî îro dikare nêrîna Qur’anî ya wî di warê nasîna Qur’anê de zêdetir ronî û eşkere bike.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Di beşa yekem a vê nivîsê de, tefsîra mezin a Îmam Hadî (S.X) û berhemên Qur’anî yên şagirtên wî yên navdar hatibûn nirxandin.

Rûbirûbûna bi komên rêçewanî re

Îmam Hadî (S.X) di dirêjahiya 33 salên îmametiya xwe de, bi gelek komên rêçewanî (înhîrafî) yên wekî Sûfiye, Xulat (zêdero), Waqifiye, Nefîsiye, Qurtube û Nemîriye û baweriyên wan ên çewt re rûbirû ma. Guman û pirsên van koman carinan têkildarî mijarên Qur’anî bûn; wekî “tehrîfa Qur’anê”, “mexlûqbûna Qur’anê”, “tawîla Qur’anê” yan çîrokên Qur’anî. Carinan jî têkildarî mijarên din ên baweriyê bûn, wekî “cebr û îxtiyar”, “îmamet” yan jî “awayê wergirtina wehyê”. Îmam Hadî (ع) di bersivdayîna her du cureyan de, bi bikaranîna ayetên Qur’ana Pîroz bersivên guncaw didan şîeyan û ew ji van rêçewaniyan diparastin.

Bersivên hişmendane û dûrbûna ji fitneyan

Di hinek rewşan de, dijminan ji bo geşkirina van gumanan pirs ji Îmam (ع) re dişandin, lê Îmam bi hişmendî ji bersivdayînê dûr diket. Wekî mînak, di rîwayetekê de ku di pirtûka “Tuhf el-Uqûl” de hatîye, wî di bersiva “Yehya bîn Eksem” de nivîsiye: “Nameya te gihîşt ku te dixwest me biceribînî, da ku heke em nekarin bersivê bidin, tu kêmasiyan li me bigirî; Xwedê te bi vê niyeta te ceza bike.”

Her weha dema ku mijara “xulqê Qur’anê” (afirandina Qur’anê) bûbû sedema nakokî, tekfîr û kuştina misilmanan, Îmam Hadî (ع) di nameyekê de ji bo şîeyan, ew ji vê mijara bêfayde dûr xistin û got: “Bi rastî nîqaşkirina (bi awayê şer û pevçûn) di derbarê Qur’anê de fitne ye.” (Ev rîwayet di pirtûka “Meanî el-Exbar” a Şêx Sedûq de hatîye).

Cewherê Qur’anê: Pirtûka her dem nû û herheyî

Danasîna Qur’anê û teqezkirina li ser herheyîbûna wê, xaleke din a girîng e di ramanên Îmam Hadî (S.X) de. Di rîwayetekê de ku di pirtûka “Amalî” ya Şêx Tûsî de hatîye, ew derbarê Qur’anê de dibêje:

“Xwedayê Mezin, Qur’an ji bo demeke taybet û ji bo miletên taybet neafirandiye. Ji ber vê yekê ye ku ew di her demê de nû û nûjen e, û li cem her gelekî heta Roja Vejînê (Qiyametê) taze ye.”

Istînadên Qur’anî di Ziyaretan de

Yek ji girîngtirîn mînakên ku Îmam Hadî (S.X) xwe disipêre ayetan, di “Ziyaretan” de tê dîtin:

  1. Ziyareta Camîeya Kebîre: Di vê ziyaretê de bi awayekî rasterast û nerasterast serî li 85 ayetên Qur’anê hatîye dan. Wekî mînak, hevoka “Îyab el-xelqî ileykum” (Vegera hemû afirandiyan ber bi we ve ye), îşaret bi ayeta 25an a Sûreya Xaşiye (إِنَّ إِلَیْنَا إِیَابَهُمْ) dike.
  2. Ziyareta Xedîriye: Di vê ziyaretê de 54 ayet bi awayekî rasterast û bi dehan ayetên din bi awayekî nerasterast hatine gotin, ku hemû ji bo kesayetiya pîroz a Emîrul-Mominîn Elî (S.X) hatine tawîlkirin. Wekî mînak, hevoka “Esselamu eleyke eyyuhen-nebe’ul-ezîm” (Silav li ser te be ey nûçeya mezin), tawîleke eşkere ya ayetên yekem û duyem ên Sûreya Nebe ye.

Encam

Nirxandina hemû rîwayetên Qur’anî yên Îmam Hadî (S.X) ji çarçoveya vê nivîsê firehtir e, lê ev lêkolîn dikare bibe destpêkek ji bo têgihiştineke kamil-tir ji ayetên Qur’ana Pîroz.

Seyîd Elî Esxer Husênî / Abna

Dawiya peyamê

Etîket:

Tefsîra Qur’ana Pîroz, Rîwayetên Şîe, Îmam Hadî (S.X), Qur’ana Pîroz, Ziyaretên Îmaman

Your Comment

You are replying to: .
captcha